• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi






  •      

     


    Albûma Mihemed Şêxo derket

    Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li başûrê Kurdistanê kar û barên xwe digerîne, di çarçoveya Zincîreya Yadgariyan de elbûma hunermend Mihemed Şêxo derxist ku ji 10 Cdyan û 140 stranan pêk tê. Stranên vê elbûmê ku bi serperiştiya Zeyneb Yaş û Hozan Emîn hatiye amadekirin, bi teknîkên nû hatine paqijkirin û tevî jiyannameya Mihemed Şêxo pêşkeşî dilxwaz û hogirê muzîka kurdî hatine kirin.

    Li aliyê din, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî her weha karê pirtûkekê dike ku li ser jiyan û hunera Mihemed Şêxo ye û stranên wî tevî notayên wan bi xwe ve digire.

    Mihemed Şêxo ku wekî “Bavê Felek” jî tê naskirin, li hemî beşên Kurdistanê geriyaye û nav û deng daye û ji tevahiya çîn û birên civakê bengî û hogirên wî hene. Ew di sala 1947an de li Gundê Girbawê hatiye dinyayê ku bi ser bajarê Qamişloyê ve ye. Apê wî Husên, ku hostayê tembûran bûye,tesîreke mezin li Mihemed Şêxo dike. Cara ewil apê wî tembûreke rastîn jê re çêdike, lê ji tirsa bavê xwe ku her jê re dibêje; “Tembûr lêdan li gorî dînê Îslamê heram e”, newêre bi eşkere li tembûra xwe bide. Digel ku malbata wî pêşî li wî digire, ew hêşta li dibistana navîn têkiliyê bi Partîya Komonîst a Sûriyê re datîne û karê muzîkê dike, lê ji ber ku stranan navêje ser serokê partiyê têkiliya wî bi partiyê re diqede.

    Ew di sala 1970î de cara yekê eşkere distrê. Di sala 1970î de bi qaçaxî diçe Serxetê (bakurê Kurdistanê) û vedigere, paşê jî her wê salê ji bo perwerdehiya muzîkê diçe Beyrûdê. Li Beyrûdê li Navenda Hîndekariya Yekîtiya Muzîkê dest bi xwendina muzîkê dike û du xulan dixwîne. Ew pêşî di Koma Newroz de dibe sazbend, paşê jî digel hunermendên wekî Mehmûd Ezîz Şakir, Rifetê Darî, Seîd Yusîv, Remezan Necim Omerî dibe endamê Koma Serkeftin.

    Piştî ku di sala 1972an de şer li Libnanê dest pê dike vedigere Sûriyayê. Li Rimêlan- Dêrika Hemko, komeke muzîkê dadimezrîne, lê desthiladariya Sûriyê rê nadê. Di sala 1972an de cara pêşî ji bo ahengeke hunerî berê xwe dide Bexdayê û ji wir jî bi rêka biraderên xwe diçe Êzgeyê Kurdî û çend stranên xwe tomar dike û vedigere Sûriyayê. Piştî ev stranên wî li radyoyê têne belavkirin, nav û dengê wî yekcar belav dibe, lewra dewleta Sûriyeyê wî dixe bin çavdêriyê; di vê navê de ew çend caran tê digrin.

    Ew di sala 1973an de dîsa diçe Bexdayê û li Radyoya Kurdî çend stranan tomar dike. Piştî ji başûrê Kurdistanê vedigere Suriyayê, di sala 1974an de li Şamê, kasêta xwe ya yekemîn ya bi navê, ‘Gewrê’, tomar dike. Lê desthilatariya Sûriyê zexta li wî dike ji ber ku piraniya stranên di kasêtê de siyasî û neteweyî ne, ji ber hindê dîsa tê başûrê Kurdistanê û digihê nav refên pêşmergeyan. Piştî Peymana Cezayîrê û Niskoya Şoreşa Eylûl digel pêşmergeyan bi nasnameyeke Îraqî diçe Îranê. Li wir li Qempa bajarokê Rebetê dibe penaber û paşê diçe li Mehabadê bi cî û war dibe. Li wir mamostetiya dersên dînî dike û di ber ra jî dest bi xwendina zimanê farisî dike û bawernameya xwe distîne. Ji ber xebatên wî yên muzîkê ku li ser netewe û xaka Kurdistanê ne desthilatdariya Îranê wî sirgûn dike bo bajarê Gunbeda Kawis. Ew li wir li medreseyekê dersên dînî dide. Di sala 1977an de bi xwendekara xwe ya bi navê Nesrîn Husên Melek re dizewice ku xelka bajarê Sinê ye.

    Ew di sala 1983an de vedigere Sûriyayê û li Qamîşlo bi cî û war dibe, komeke muzîkê dadimezrîne û dersên muzîkê dide gencan. Her weha di sala 1987an de li Qamişloyê tomargehekê bi navê ‘Felek’ vedike, lê dewleta Sûriyê dîsa rê nadê û dest datîne ser tomargehê. Bavê Felek, 09.03.1989an de koça dawî dike û bi beşdariya hezaran kesî li Qamişloyê li Goristana Hilêliyê tê veşartin.

    Cihê bîrxistinê ye, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî, Duhok û Kerkûkê şaxên wê hene, di sala 2003an de li Silêmaniyê hate danîn. Wê beriya niha jî elbûmên Hesen Zîrek, Elî Merdan, Kawîs Axa, Mihemed Arif Cizîrî, Mezher Xaliqî, Hesen Cizîrî, Mihemedî Mamlê, Eyşe Şan û Tehsîn Taha derxistibûn. Her weha heta niha bi zimanê kurdî/kurmanciya jêrîn û jorîn, kirdkî, kelhûrî, maçoyî 100 pirtûk li ser folklor û kelepûrê kurdî belav kirine. Jê pê ve wê li ser qereçiyên Kurdistanê, benîştê kurdî yê li devera Pişder, koçerên Qendîlê û masîgiriya li devera Qeladizê, devera Guliyan, Govendên Çelê û Berwarî Bala, Qale Mere belgefîlm durist kirine./ PUKmedia/Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî

    Bo têkilîdanînê:
    www.khi03.com

     
         
       
     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur