Gotinên Mezina
Mem Xelikan

Malê bi gab bê golik nabe
Mala xwe kire zêr
Pîşta xwe da ser
Çîva ber gana
Bikute bikute xwe danena
Dîna, nasbike li şina
Devî me yî ceribandî
Ji mastî xelkê xwaştir e
Bi benî xelkê xwe bermede bîrê
Heta ku dew newe şir
Tirk navin eşîr
Î ku dew kayî ê qunê ji bake
Ji qara kete bin bara
Sewê xatîra kete tirba gawira
Karkirê xwe me, şîrinê xelkê me
Kerra bi gu meke
Bûka li ser haspê, kes nizane qismeta kê
Genim kete çala nare mala
Dengê kûra nare kerra
Ga mir kêrê lê pir bivin
Kevirî di şuna xwe da giran e
Navi giran e mezelî wêran e
Lawikê malê çü eskerê hat ku kerê berê
Bi çukê mala kuçîkê malane
Ez ne biçukê bira bim, ma kuçîkê heft kerîya bim
Fêda çavekî bi çavekî tune
Sêvê rind para herçê ye
Qirfê li te bi berf bin
Jinikê mêra nênikê mêran e
Mirinê kêr hat ê berve gur bizire
Zikê têr hale yê birçi neyê
Zikê ku pîzav xwarî yê bîşewite
Pezê ku jî kerîya veqeti gurê bixve
Devî ku xwarî yê fedî bike
Keçel bi pereyê xwe helawê dixve
Ereban ku karê xwe nebûn ê hêştira qetran kin
Goliki pîs ê li xwedana vegere
Şorê bi dizikî yê li malê dolê yê
Kuçikî bi zorê bişînî pêz xêre nabe
Di serê xwe bibire di berê xwe nabire
Bi mêre be ji xwe rindtir bi cîran be ji xwe çêtîr
Berê xwangê berva bira berê bira berve gura
Bi vi devî bi vê qunê, herê diziya bizinê
Westîya kir vêsîya xwar
Sêwîya rokê têr xwar, heft cara mala barkir
Kara li şunê bizinê mexelê
Beran bi duw yê xwe naêşe
Serê şîkaştî di bin kumê xwe da
Çavê li derîya, Xwelî bî serîya
Kurmî darê yî jî darê
Bihata mîvanekî bi xêr, vê ra bixwinî têre têr
Xizanî nezane
Hespî çê qamçîyê di xwe nagîne
Bir bi dewla tiji navin
Devî siwêr mêske hespê nalke
Te ku ra girî te ku ra bihecî
Xalan xelk in, apan milk in
Relê bukê vi bukêra
Nanekê bixwe bi qînat, bizewice ji dereke bi kok û bi bînat
Ji hespê dêhat li kerê nihişt
Bang kirina xwebi gakî, şora xwe bı perakî
Serê xwaş balgiha nagre
Dîna ne gûne xwedane xwe gunê
Xelk dewî xwe yî tirş ji meriya naefşîne
Çawkanî:Bîrnebûn hejmara 11
|