• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi






  •    

     


    Bi zaravî Xelika*

    HAL Û HAWALÊN ÇÛYİN Û HATİNÊ

    Nuh Ateş
        

    Nîv esrê di ber vê, havînê mektew ketiye tetîlê, Kino qarna xe sandiye hatiye mal.

    Bavê wî, Çîno banê kiriye û li hêla xe bi rûştandin daye û gotiye, ″lawê min cikê

    qarnê xe ji mi ra bixune, ka dersên tê çing in!″

    Kino gotiye ″qarnê bi tirkî ye, ku ez bixunim tu fem nakî!″

    Çîno lê vegerandiye gotiye ″cikê tu bixune, herdê din ê qole ye!″

    Kino neçar dest bi xandina qarnê kiriye.

    Kino: ″turkçe orte!″

    Çîno: weng çing e?

    Kino: Yanê dersa tirkî ne rind e ne jî xeraw e!

    Çîno: Haa, yanê li nawerê ye, de şalê berve rindîyê here!

    Kino: ″matematîk zayif!″

    Çîno: ″matapatîk″ çi ye lo!?

    Kino: ″matematîk″ dersa hesawa ye!

    Çîno: Ne sucê te ye, di qebîla me da kesî hesawzan tune. Çavên xizanîyê kwîr biwin.

    Merî xizan û di tuneyîyê da ê hesawa çing bizane û bihêvîse!? Ku pez, mal û milk

    newû, tucarî û cotkarî newû tê hesawa çing bihêvîsî!?

    Para me tim şivanî ye. Lêblem bi şivanî û hing û şerên bi ço kes di ser me ra tune!

    Ez dirêj nekim, derbas we!

    Kino: ″Hal ve gîdîş pekîyî!″

    Çîno: Hal û ″pekîyî″  bi min nas tênê, lê ″yîdîş″ çi ye, tê negihêştim!

    Kino: ″Hal ve gîdîş″ tevgêr e û çûyîn û hatina meriya ye; bezîn, bazdan û xe di ser

    Hev ra nişkirin e!

    Çîno: Va çi mektewê veng e ku xe di ser hev ra nişkirinê vi ber we têxê, hunê vê zati

    dizanine!

    Bi vî awayî xandina qarna Kino û dîyaloga nawerê wî û Çîno dewam kiriye.

    Di guna min ra jî, wexta ku ez diçûme mektewa seratayî, dersa ″hal ve gîdîşê″ hewû,

    paşê guhêrîn, kirin ″beden egîtîmî″ (perwerdeya bedenê).

    Wî zemanî, ku mektew diketin tetîlê kurikên deh danzdeh salî jî dişûxilîn, diçûn ber

    berxan û benda zevîyan.

    Kino  li gundekî cîran ji mala êxe ra diçûye ber berxan. Rokê bîrîya mal kiriye, ji êxe

    îzîn xastiye û dayê rê hatiye mal.

    Çîno dîsa banê kiriye û li hêla xe bi rûştandin daye.

    Çîno: bi xêr hatî, te îzîn ji êxe sand!?

    Kino: Erê!

    Çîno: Tu çing hatî?

    Kino: Peya hatim!

    Çîno: Na na, wekî din tu çing hatî, tu kalkal (giran-giran) ya jî bi meş, bi lez û bez

    hatî!?

    Kino: Wextê ku ez ji gundê êxe derketim, hetanî Girê Sorik meşîyam. Bi Girê Sorik

    da ez kalkal helkiştim. Ji qotikî Girê Sorik hetanî derdawa bi loqan daketim û veng

    gihêştim Deşta Morik. Bi Deşta Morik da hetanî nîvî beziyam, paşê mi da hora

    hetanî Gelîyê Pîra Merxurî. Bi bazdan ez di Gelîyê Pîra Merxurî ra derbas bûm. Hîn

    nû ez ji Gelîyê Pîra Merxurî derketiwûm, mi cakê dî ku xişnîyek ji par ra hat.

    Çîno: Xişnîya çi wû?

    Kino: Min hay jê çi ye, ji tirsa ra min paş xe va mêz nekir!

    Çîno: Lê te çir kir?

    Kino: Mi çiv da!

    Bi Zaravî Xelika:Li gundî Xelika (Karacadag-Qulu- Qonîya) bi devokê ra tewên zirava.
    Ev nivîsa bi zaravî  kurmancîya Xelika yê dengkirinê hatiye nivîsandin.


     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur