• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi






  •    

     


    Lê ku xwaztin?!
    Nuh Ateş

    Tê bîra min, çel-pênce salî di ber vê, li Xelika jin bi erebê hespa teçûne hemamê Haymanê (Anqerê)

    Li ser çûyîna hemamê serhatî û lihevanîn dihatin gotin.

    Çiqas rast e nizam, tewêne Jina Îwîkî Hecî Miçê, Aşkuna rehmetî çûyê hemamê, vi xe ra lawikê xe yê piçûk, Ehmed birîye. Lawê xe yê di, Îzed nebiriye.

    Îzed bi vê zikê xe êşandiye gotiye, “ taho, ez çikê dunê çi bikim, ê nixaş ez im, ê ku tere hemamê jî Ehmed e, de ware bi vê memire.”

    Jinekê jî lawkê xe yê ortê, yê ku tim dixaztiye ku vi wê ra here hemamê, nedibiriye, tim û tim digotîyê:

    - Ez qurban ku min tu birî, birê te bên, me jî pewe!

    - Et etê, birê min wer nawên, min bi wan ra deng kiriye, ew ê naxazine ku herin.

    - Lê ku xaztin?!

    Cakê veng, du cara veng, lawik heta dêv hatiye gotiye:

    - Lê ku xaztin, lê ku xaztin, de ma bixazin, ku xaztin ta serî salê yêkî vi hêlê xe xî pewî, çir biwê, qe dûnê naşewte!

    Herfa wê jinikê ye, serwezîrê Tirkîyê Erdogan li Amedê (Diyarbakir) li ser xazteka dersa an perwerda bi zimanê kurmancî gotiye, li Tirkiyeyê tenê kurd najinîn, lê ku çerkez û laza jî va xaztin em ê çir kin?



    Çend ro di pêy wî, serê parlamentoya Tirkîyê, Toptan jî gotiye, bi perwerda bi zimanê xêyrî tirkî Tirkîyê parîparî biwe.

    Min newîstîye ku çerkez û laza perwerda bi zimanê xe xaztine.

    Lê ku xaztin?!

    Ma xaztina vê tiştekî bi bed e?

    Xastina vê heqê wana ye û wezîfa dewletê ji ew e ku vê xaztekê wûne şûnê.

    Xwedê kî va yêke ku biwê, tu rawî bi bahaneya ku çerkez û laz jî bixwazin, rê li ber dersa an perwerda bi kurmancî li mektewa bigrî. Ku çerkez yan jî laz heqê perwerda bi zimanê xe bixazin jî, nê qewûlkirin, ê bên ku me da we, kurmanc jî bixazin.

    Çi sêr in, bi van mane-mûnana him rê li ber kurmancî him jî li ber çerkezi û lazi digrin.

    Di lêçûyînê (teşbîh) da qusur nawe, ku pêşîmamê Tirkîyê veng deng kirin, ecewa mîrûd û cimatê li paş wana ê bên çi?

    Şora tirka ye, tewên ku “îmêm fis kir, cimeta birî!”

    Di serdanên xe yên Elmanya da Erdogan her tim xasteka hêvîsîna zimanê zikmakî yê mihecîrên Tirk û bikêrbûnîyê zanîna zimanê zikmakî ji bo hêvîsîna zimanê almanî anîbû ziman. Yanê qala perwerda duzimanî dikir. Lê kîngê ku dor yan şor tê ser perwerda bi kurmanci yanê bi kurmanci û tirkî (duzimanî) li mektewên Tirkîyê, hîngê ew û yên dine mîna wî tavle li ziravî yêkzimanî û tirkîperestîye têxin.

    Ji Tirkên mihecîr li Elmanyê ra heqê perwerda yan dersa bi tirkî yanê duzimanî dixaze, lê vî heqî rewayî kurmancên ku bi hezaran sal in li ser herdê bavûkalên xe ne nawîne.

    Ka edelet, biratî û wekhevîya ku AKP yî tim û tim qalê dikin li ku man? Ma navê vê tewrê ne neheqî, neyarî û durûyî ye?

    Ne bi hevîsîna kurmancîyê li mektewan, bi nehevîsîn û tunekirina kurmancîyê zîyana bigihê yêkparetîya Tirkîyê û pê navî Tirkîyê neçê biwe.

    Çi hêyf e ku sîyeseta Tirkîyê û sîyesetmederên wê bi vê çûyînê him xe him jî pir tirk kirine hêsîrê tirsa parçebûna Tirkîyê. Nizanin ku bi vê sîyesetê kurmanc her ku çû ji Tirkîyê sar tewin û vi dûr dikevin.

    Ma vana qe ji xe napirsine ku bi perwerda bi zimanî kurmancî li mektewan, li meclîs û mehkeman kurmanc ê bixazin ku ji Tirkîyê cihê biwin yan nêzikî wê biwin?

    Li Xelika vi kesên fahmkêm ra tewên, “ê bi ber da narine!”

    Çi gune ye, 80 sal e ku li Tirkîyê pir kes çi serdar û çi bindar hîn bi ber vê rastîyê da neçûne.

    Erdogan î ku di 13 yî çelê ortê da herê İspanyê. İspanya berê mîna Tirkîyê uniter bû, lê di pêy wergerîna rejîma Franko ya faşîst derbasî sîstema eyaletî (otonomî) bû. Li İspanyê dema Franko ra zimanê resmî yêk bû (kastîlî), ji Franko bi şû va bûne çar (katalanî, baskî, galîçî). Bi van guhêrinan İspanya parîparî newû, bervajî (aksî) ew bû demokrasîyeke hemdem û xudanê nav û îmajeke baş.

    Yên ku li tirkîyê her ro weza ûnîterbûna dewletê û yêkbûna zimanê resmî didin, mîna ku bêyî ew ji jur da hatiwin, wekî Franko difikirin. Çimkî Franko jî di wexta xe da, kom û kesên ku federasyon, otonomi û wekhevîya zimanan dixaztin dijminê İspanyê yê cûdaxaz dihesibandin û şerê wana dikir.

    Tirkîyê dixaze ku va here, wekî İspanya dema Franko bimîne yan jî mîna İspanya nû ya bi çar zimanên resmî, idareya eyaletî û demokrasîya hemdemî?

    www.karacadag.de

       
       
     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur