Bi zaravî Xelika*
MAÇ
Nuhê Hece 
Xarzî : çaxa te bi xêr we xalo!
Xal: Di nav xêrê da wî! Çir dikî tu rindî?
Xarzî: Xaşîya te dixazim, ez î rind im. Tu çir dikî, rind î?
Xal: Ez jî rind im, tenkê gurçîkên min ê dêşêne, kevir tê da ye, wekî din ez î rind im,
şikur!
Xarzî: Xudê xaşîyê bi te de, avê pir vexe, avê!
Xal: Vedixume, lê tê kar nakê!
Xarzî: Xalo, ez î telefonê di hev kime! Tenbe û daxazeke te heye?
Xalo: Na, tu tenbe û daxaza min tunin, Xudê ji te razî we, tu tahlîya newînî!
Xarzî: De bi xatirê te, tême destên te!
Xal: Oxir we, ez jî tême çavên te!
Hun jî tewînin, di vê dîyalogê kutık da li du deran maç derbas tewê, xal tê çavên
xêrzî, xarzî tê destên xalê.
Niha tenkî sêrek bûye, edet û tore weng e, li serdan û hevdîyînan, li îyd û erefan
piçûk diherin destên mezinan, mezin jî diherin rûyên piçûkan. Piçûk xarve tên û berê
piştê destê mezina maç dikin, paşê wî berjor heytenin bi henîya xe dikin. Mezin jî
diherin rûyên wan, serçav yan jî henîya wana maç dikin.
Di edeta xarvahatın û destmaçkirinê da ji xêyrî hurmetê para serdarîya mezinan li
ser piçûkan jî heye.
Bi meneyên jihev cihê, wekî nîşana hezkirin, hurmetkirin, xatirxastin, şehwet û
seksê çeşîd bi çeşîd maç hene. Çavmaç, destmaç, henîmaç, rûmaç, milmaç,
gepmaç, dêmmaç, sumaç, singmaç, devmaç, lêvmaç....
Bi fikra hen aliman maçkirin ji dev û pozên hevdu bihnkirin û alastinê a heywanan peyda bûye.
Li gorê teorîyeke din zemanê berê dayikan xarina kurikan bere di devê xe da dicûne
paşê bi dêv tedana kurikan. Maçkirina dev û lêvan ji wê da maye.
Tê gotin ku maç kirin ê emrî meriya pênc şeş sala dirêj dikê. Bi maçkirinê ra bedenê
însên hormonê şabûn û bextîyarîyê diweşînê û va jî merîya zînde dikê.
De tu ware, maça dev û lêvan maçeke seksî ye û li ba me, li gundan ne edet e û bi
bed tê dîyîn.
Wê rojê yekî ji gundekî nava Anatolîyê du serhatîyên bi maç ji min ra katkirin:
Alo, mêrê Almasê ji Alamen hatiye îzînê. Wana salekê hevdu nedîne. Şevek di ser
hatina wî ra derbas bûye. Cîrana Almasê Zêwê çûye ba Almasê. Almas û Zêwê
hevalê heve pir nêzîk bûne, gilîyên xe dikirine ber hev, sırrên xe ji hev ra kat dikirine.
Zêwê: Çing wû, her tişt bi dilê tewû?
Almas: Er- erê, lê wî vi xe ra îcadekê anîye!
Zêwê : çi îcad e?
Almas: lê lê gotinê xê bi eyb e, berê wî gep û dêmên min maç dikirin. Niha jî
maçkirineke xê gawirkî vi xe ra anîye.
Zêwê: Çir dikê?
Almas: Qe pirs meke! Devê xe kire devî min, bi her du destan jî serê min girt ,
berneda.
Almas: Te çir kir?
Zêwê: çir kim, min xe bi zorê xe jê xelas kir. Devmaç e çî ye, serê xudîyan buxe,
kûrîg ez pê vetisem!
Serhatîya di jî veng bûye:
Remo, wexta ku xortekî teze û cahîl wûye, Rehanê, keçikeke di salên xe ra di kendalekî xewle da di gepê da maç kiriye. Hen hesûd û neyaran jî vayê li nav gund belav kirine. Gepmaç tewe mesela ar û nemûsê û ji av û rûyên wê da malbata
Rehanê şer derdixe, vi derîya mala Remo dikeve, jê ra a nemayî dike. Her du
malbat û mermalîyên wana xe didin benda hev û bi salan li hev suvahatî dimên.
Sûvahatineke bê dawî. Di ser gepmaça Remo ra heta hura 50 sal derbas bûyê, hîn jî
her du malbat, kurê kurên wana li hev sûvahatine, rûyê xe nadine rûye hev.
Mêratê, çi maçeke bi tîn û tirs wû ye! Tu li rû dunyê lê bigerî, tu gepmaçeke venge
Gunekar û bedelgiran nawînî!
Rehan û Remo hîn ê xaş û salê xe li ber 70 yî wû ne. Kî dizane belku jî ev maça
gunekar emrê wana direj kiriwe!
Bi Zaravî Xelika:Li gundî Xelika (Karacadag-Qulu- Qonîya) bi devokê ra tewên zirava.
Ev nivîsa bi zaravî kurmancîya Xelika yê dengkirinê hatiye nivîsandin.
|