* Bi zaravî Xelika
Kenegirî
Mîş Bi Kirê Va
Nuhê Hecê
Ku meri bixaza hekata mîş bi kirê va mîna çêrokekê kat ke, heqe xe ye ku
weng dest pê bike:
Çi hewûye çi tunewûyê, mîş bi kirê va hewûne. Mîş li pêşî, kir li paşîyê dihatiye. Kir
berê hewû, mîş paşê peyda bû û xe da bogirê kirê ê çepê. Kîngê ku mîş bi kirê va
dihatina ba hev, xelkê digotiye, aha
afatekê li rê ye.....
Di kurmancîya Xelikan û kurmancên dine li Anatolîyê da mîş bi kirê va pir derbas
dibin. Şor û gotinên wana yê bi mîş û kir lodek in. Ku meri guh bide ser dengkirin û
sohbetên wan, ê miqaq mîş û kirê biwîze.
Çend nimune:
- qapemîş kir: Wê qapî qapemîş kir! Rastgotina wê veng e: Wê derî girt ya jî kire hev.
- qulemîş kir : Wî arebê qulemîş kir! Rastgotin: Wî tomefîl ajot.
- Çaxmîş kir: Merik mîx çaxmîş kir! Rastgotin: Mêrik mîx kuta.
- Qazemîş kir: Li seçima Amerîqa Obama qazemîş kir! Rastgotin: Li bijartina
Amerîqa Obame bi ser ket (qezenc kir)!
- Axnemîş kir: Te axnemîş kir? Rastgotin: Te fehm kir ya ji tu têgihêştî ya jî tu bi
berda çûyî?
Nimuneye weng pir in, bi heldanê teva nawin.
Van mîsalana bi me dinimînin ku pir lêkerên (fîîlên) tirkî ketina nav kurmancîya
Anatolîyê û şûna lêkerên kurmancî zeptkirine.Tiştêkî ecêb e, mîna ku min li jur
nivisîye, bi ser da îhtiyaca kurmancîyê bi van fîîlên tirkî tune.
Lê çima wer tewê?
Berê şîp û sucê asîmîlesyona bi sala ye. Paşê, ehmalkarî û bêxemîya kurmanca ye.
Mîş tê paş lêkerê tirkî, bi kurmancî jê ra tewên paşkok. Ev paşkoka ji bo zemanê
rabirtîya dûdar (dîlî gemîş) e.
Lê kir?
Kir kokê lêkerê kurmancî kirinê ye ji bo zemanê rabirtî tê bikaranîn. Kirin lêkerekî
alîkar e.
Niha çir bû, newû gilokeke ku li destnigên merîya dipiçke?
Lewma kîngê ku mîş bi kirê va hatin berpaş hev, bizanin ku ew ê xerawîyekê bikine,
hevokeke (cumle) şaş rêz bikine, lêkerekî tirkî tarê berdine û yekî kurmancîyê jî
qirkine, tune bikine.
Mîş û pir lêkerên tirkî hene, tê jê ra bêyî ew pêşrewê (öncü, akıncı) zimanê tirkî ne.
Ew ê mîna gurî ku ketîye nav pêz, ketine nav kurmancîyê, şor û gotinên kurmancîyê
tune dikine.
Qe na we jî bihîstîye, vîzontela Tirkîyê, TRT qayda xwe dike ku qenelekî bide
xizmeta kurmancîyê. Çend meha di ber vê, ew li mudirekî digerîyan, dîn ya nedîn mi
hay jê ne.
Ku ew bi gurê mi bikin, ew ê kurmancekî Konyê bidin ser vî karî ya jî bikîn serspîker.
Yekî ku rind bi mîş û kirê dizane. Ji bin vî karî pir giran encax ew ê bi dere.
Min li derekê xand, tewêne, di vê qenalê kurmancî yê li rê da, li dawîya weşanê
merşa îstîklalê ware xandin.
Lê vekirinê, ya jî destpêkirinê bi çi bikine?
Ew hîn aşkere nekirine. Bi nezerê min, ma bi azanê nimê siwê destpê bikin. Bi
gotineke din, ma bi azanê erebî siwê kurmanca payî bikin û bi merşa tirkî ya
îstîklalê jî wana lal bikin û di xew kin.
Xudekî tu marş û bangê kurmancan tune ne?
Wekî di di programa qenalê TRT ya kurmancî da çi heye, em pê nizanin.
Nimûne, eskerên canfeda çing ″terorîst″ kujtine û bi ser çîya û banî, gund zozanên
Kurdistanê da çing bomba barandine. Ku lê mês kirin xerê, ew ê vana herdem
pêşkêşî sêrdar û guhdarên kurmanc bikin.
* Bi Zaravî Xelika:Li gundî Xelika (Karacadag-Qulu- Qonîya) bi devokê ra tewên zirava.
Ev nivîsa bi zaravî kurmancîya Xelika yê dengkirinê hatiye nivîsandin
|