|
Dawetên Dema nû
Muzaffer Özgür
Çend roj berî dawetê qert hatibûn belav kirin. Roja dawetê ber malê rêşkirin û avkirin. Lambeyên eletrîkê bi dardakirin.Ji bo mêvanan kursî li ber malê rîz kirin û kon dagirtin. Dol û zurneji gundê Kutlicamîyê, koma muzîkê jî ji Enqerê anîbûn. Bê dil al li ser xênîtêheldan.
Îzina(miseda) dawetê ji jenderme hatibû girtin. Li gor îzinê heta saet donzdê şevê dol û zurne dikane lêkeve,muzîk were pêşkeşkirin.
Di hoperloya camiyê de dawet eşkerekirin. Ji nimîyê nîvro bi şun de însanê camiyê çûn mala dawetê. Xwedanên dawetê li ber malê mîvan xêrhatî dikirin.
Nanê beyraxê bi riya fîrmekê hatibû. Kesê wî karî dikin ê xwarinê bi erebê xwe tînin û karkirên wan xizmetê mêwana dikin. Êdî kewanîyên ku ji daweta, şînan û sunetan re xwarin
dikelînin nemane. Telaşa jinan êdî li aşxanan nemabû. Tama şîvên berê jî tunebû!..

Daweta Yeşim Bilici û Îlhan Kilinçalp / Xelika Jorî(Karacadağ)
Sifrê amade dikirin; xwarin bi lez bela dibû. Şorbe, goşt, pîlav, şîranî û şerbet dîtenan ser sifra. Mîvan qor bi qor li ser sifrê rûdiniştin. Di garajê malê de teleşa xwarinê hebû. Xortên
malbatê û cîranan jî xizmetê mêvana dikirin. Yên ku xwarina xwe xwarî oxintîya xwe didan xwediyê dawetê. Yên ku oxintîya xwe didan navê wana li lîstê dinivisandin.
Li mala bûkê telaşê heqîbê û haziriya hinê (hennê) hebû. Mala bûkê merlixîya xwe, cîran û heval dawet kiribûn. Yên dihatin ser heqîbê ji bo bûkê xelat tînan û pîroz dikirin.
Li malê zêve jin, keç û xortanên xwe xemilandî li ereba sîyar dibûn. Kinc û cilên wan dibirîqîn.
Li ser erebeyê dengê dol û zurnêezman didirand. Li ber malê bûkê govend dihat girtin. Bi giranîyê dest pê dikirin, sêgavî û li gora rîtma muzîkê govend dikişandin. Di hundir da jinan
henê li destê bûkê dikirin. Jineka salên xwe mezin bang kir ku ma keçik kilamekê bistirên. lê yeka ku kilamekê bi kurmancî bê tunebû. Yekê got:
Yüksek yüksek tepelere ev kurmasınlar Aşrı aşrı memlekete kız vermesinler...
Jinêpîrê di ber xwe da got; "Xwedê bela xwe bide we, ma zimanê me tune. Klamê me çir bûn?"
Ji aliyê din de yekê got: "Xaltiyê niha ew mode..."
Êdi êvar bû. Dengê dol û zurnê li ewrên gund da belav dibû. Hemû gundî li ber mala dawetê gehiştibûn hev. Xort, keç, jin û mêran govend dikşandin. Zave û bûkê jî di govende da cîh girtibûn. Li mêvanan çay dihate belavkirin. Çend kesan arak, bîra an jî wîskî-kola vedixwarin. Piranîya wan ji Ewrupa hatibûn. Sohbetên wan li ser dawetê, rewşa welat ya siyasî bû. Li navbera jî dema ku hîş dihatin sêrî yarni dikirin. Pir kesan bi telefonên destan resm dikişandin. Dawet bi kamerekê jî dihate kişandin.
Dema dol û zurne disekinî koma musîkê dest pê dikir. Stranbêj profesyonel bû. Çend saetan dilê gundîyan şa dikir. Ew ji welat bû. Piranîya kilamên tên gotin li ser şer, xizanî, bindestî,
zordarî û welat bûn. Kilamên ji aliyê me jî yek-duduye digotin û xwe pê xelas dikir. Dema însanan klamên aliyê me dixwestin, bersiva wan nedida, nedibîst. û distira:
" ...Siyar hatin peya çûn, Ji ber gurzê gerilla tarimar bûn..."
Xorta jî fîşekên hewayî vêdixistin. Di bin çîk, alav û ronahîya rengan de ezman dibiriqîn û patapata wan guhê însanan diêşandin. Dengê fîşekan heta gundên cîran diçû.
Tu bê ku ez î li Evrupa me û serê salê têye pîroz kirin!..

Daweta Aysun Kurmuş û Musa Özdoğan/Celika
Stranbêj distira:
Oramarê bilind e, zozan û geli, gund e
Gerilla lê bûne kom, car havir dor govend e.
Canê canê canê, were meydanê,
Dilê min pir xwaşê bi vê dîlanê...
Çend kesên di govendê da destên xwe avetin pişta xwe û sîlehên xwe derxwistin û reqa reqa kurşunan bi stranên tên gotin va govend digirtin.
Mezinan digot:
– Wan dabancana çi ne loo, qeza û bela çê dibin, kurik li meydanê ne!..
Mezinekî malê digot:
– Walle min bi xorta nikanî, meriv vêra baş nake. Kî gotina me dibîze!..
Çend kesan xwestibûn kamçî bilîzin. Lê nove nedihate wan. Henin din jî, ji du çal kermê pêz anîbûn, ji motirê jî mazot derxistîbûn. Wan jî dixwest ar dadin û sinsîng bilîzîn. Lê xortan pir dil nebûn û amadekaran jî dest jê berdabûn.
Wextekê bi şûn da dengê musîkê xelas bû. Li gor agahdarîyên hatin gotin wexta pastê bû. Çend deqa bi şûn da li ser maseyekê pasta ji qezê hatikirînî anîn meydanê. Heft katbûn. Bûk û
zavê û malbatên wan li dor gehştin hev. Tevûhev pasta hat birîn di nav toz û xalîyê da pasta li zarokan hat belavkirin.
Bi musîka klasîk bûk û zavê li dansê dastîn, çend merivên wan jî bi keçikên xwe an jî bi jinên xwe ra rabûn çûn dans kirin. Dansa modern ku di dema sedsala17an û 18an da li welatên Ewrupa li koşk û serayên kralan da dihatkirin niha li gundan û dawetan da hebû.
Nîvê şevê bûbû. Mêvanê ji bo oxintîyê hatibûn xatirê xwe xastin û vegerîyan çûn gundên xwe. Dem ne mîna berê bû, erebe pir bûn, rê, banî hebûn. Ne gereg bû mala dawetê serê xwe bixelîne. Oda mevana amade bike. Dol û zurnê dest pê kiribû. Koma arak (alkol) vexwarî rabûn tevûhev govend girtin û stran digotin.
Wey zalim zalim zalim,
ez ne xort im ne kal im
Bi xorta re heval im
bi qala re li mal im...
Dema solix didan, zurnê dest pê dikir û diçû li ber govendê disekinî. Çend kesan jî destê xwe davetin berîka xwe pere didan muzîkvanan. Wan dîsa dest bi stranê dikirin.
Helbê tulbe lêê, fat qilotê lêê
Tu çima natî lee lêê, fat qilotê lêê...
Mêvan giran giran belavdibûn...
Sibê telaşe bukderxistinê bû. Otomobîl ketin rezê. Li nav gund çerx bûn û çûn ber mala bûkê.
Dema bûk ware derxistinê ereba hespa-paytonek- hat. Payton bi balon û kaxizên rengîn hatibû xemilandin. Bûk û zave lê sîyar bûn. Di bin şîng şinga paytonê de Mersedes, Ford, Nisan, WV jî ketin rê. Giran giran dor aliyê gund re çex bûn û hatin mala zêve... Daweteka din jî weng xilas bû.
Her dawetek ku xelas dibe bi xwe re mirasçanda me xizan dike û şûnê edetên me yên hezar
salan ku jiyana med qelew kiriye pazarganîyê digre. Pîvanga her tiştî bûye pere û şov!
www.birnebun.com
hejmara 40
|