• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi






  •    

     


    * Bi zaravî Xelika

    BÎRANÎ

    NASNAMEYA VEŞARTÎ
    Nuh Ateş


    ″ li ser bîrê li ser bîrê
    dewla di dest da kete bîrê
    xwîyê lê ketiye li ser pêsîrê
    ê pak dikê bi pêşkîrê ........″

    Ji kilameke bi kurmancî ev çar rêzên li jor, di bîra min da mane. Ew di xortanîya min da bi ber min ketiwûn. Kilama kê ye û li ser kê hatiwû stran nizanim, nayê bîra min. Sê û çar rojan berî vê, êvarê li mala xwe, di aşxaneyê da rûniştîbûm. Titunek ji xwe ra pêça,vêxist û helmek jê kişand. Li hêlê
    jî firek ji çaya li ber xwe vexwar. Ji niçkava va çarîna hate ser zimanê min. Min ew di ber xwe da stra û wê ez birim li nav bîranîyan gerandim. Ew bû banga nivîsandina vê nivîsê.

    Min ev çarîna, qedera çel û pênc salan di ber vê li sinifa duduya li lîseya Tîcaretê ya bajarê Konyayê strawû. Tetila havînê li ber dêrî wû. Edet wû, dersên paşîyê di heyamekî bi kêf û şahî, bi sohbet û yarênîyan derbas diwûn. Dora dersa Coxrafîyayê ya paşîyê wû. Dersdar jineke bi şuhret wû. Xwandekaran sewa xatirê rindîya wê, ku mecbur nediman ji dersa wê qet kêm nediwûn. Dersdarê jîn hîngê pir kêm wûn. Di sinifa me da nêzika çel xwandekar hewûn. Ji xêyrî sê û çar keçikan yên mayî gîştik law bûn. Lawan di dersa coxrafîyayê da ders ji bîr dikirin. Guh nedidan ser gotinên dersdarê. Bel û bel li lêvên wê yên surkirî, çavên kesk û kilkirî mêz dikirin, tê bigota ew ê ku resmê wan çêkine.

    Di rêza min da hevalekî tirk rûdinişt. Yekî heylaz û yarenîhez wû. Wî destê xwe helna û ji dersdarê destur xwazt. Dersdarê destur daye. ″dersdara min, ez teklif dikim ku nuh ateş kilamekê bi kurmancî bistrê!″ wî bi tirkî got. Ez bi teklifa wî mehçûp bûm. Min di bin ra bi mistê li ser hev kuta tenişta wî, lê ew ji ya xwe danegerî. Dûv ra xwandekaran gîştkan dest li hev xistin û bi tirkî gotin ″erê, dixwazin!″ û pê ra jî hîk û hîk kenîyan. De tu ware, ji heyamê li sinifê weng xuya dikir ku di binî xwaztina wan da qirfpêkirin jî hewû. Min bi serî bakirina xwe da zanîn ku ew teklifa ne bi dilê min e. Lê wan neterikandin û bi israr dane pêy xwaztina xwe.

    Li ser vê teklifê, dersdarê di sêrî da mirûz tahl kir û rûyê xwe qerçimand. Ez bi nerazîbûna wê şa bûm. Lê paşê, li ser israra xwandekaran wê dil kir û got ″ de, ma bistrê!″ Ez mam bi serê xwe. Min mêz kir ku çare tune û ji xwe bi xwe ra got, ´bistrê û jê xelas be!`

    Min ji fedîyan ra li rûyê kesî mêz nekir, serî kire ber xwe û ev çar rêzên li jor stran. Lêbilem ez di bin xwîyê va bûm û dilopên xwîyê bi ser cênigên min da berjêr lut diwûn û dihatin xwarê. Guhdaran bi ken û qirf û bi destlihevxistinê refekat kirin. Bi stranê newû, vê carê jî xwaztin ku ez kilamê ji wan ra tercume bikim. Min ew jî kir.

    Qasî ku di bîra min da maye, di sinifa ji çel xwandekaran du kesê kurmanc wûn. Ez û Mistefa Başaran yê ji gundê Cudikên Yapalîyê. A xwedê ku Mistefa wê rojê, ji ber nexwaşîyê nehatiwû mektewê. Ew ji bo tiştî weng pir hesas wû. Dora dine rojê, wî bihîst û hate ba min got ″lo malneketo, te xwe şaş kiriye, tu radibî ji tirkan ra bi kurmancî distrêyî û me piçûk dikî! Ez bûma, ku bi çuwalan zêr li ber min velokirina jî, min ji wan ra nedistra!″

    Çima wî wer got û çima min ji ber strana bi kurmancî weqas pir fedî kir ?

    Hîngê ji gundên kurmanc yên li nava Anatolîya û bi ser qezayên Cîhanbegli û Kuluyê va pir xwandekaran li bajarê Konyayê dixwandin. Nezika sî û çel xwandekarên kurmanc li her du lîseyan, lîseya ticaretê û lîseya xortan bi qeyîd wûn. Piranîya wan bi serî xwe wûn û bê dê û bav, kom bi kom di xanîyên kirêkirî yan jî di pansîyonên xwandekaran da diman. Dê û bavên wan yekcaran dihatin ser wan û bi xwe ra tiştên xwarinê dianîn, xercîya wan didan, kinc û mincên wan dişûştin.

    Xwandina li bajêr û li lîseyan nediwû para her kesî. Lewma xwandekarên kurmanc yên dewra min gîştik bi xwandina xwe û bi nasnameya xwe ya xwandekarîyê razî û serbilind wûn. Lê ew ê, ez jî tewê, ji ber du nasmeyên xwe yên din ne rehet wûn. Wan ji ber nasnameya kurdîtîyê û ya gundîtîyê fedî dikirin. Hetanî ku ji destê wan dihat, ev her du nasnameyên xwe, pirtir jî ya kurdîtîyê vedişartin. Aşkere li wan xwedî dernediketin.

    Nasnameya gundîtîyê li gorê dîtina hîngê mîna nasnameya tebeqeya jêr û dunênedîtîyan dihate hesibandin. Lewma xwendekar lê xwedî dernediketin. Ew Ji nasnameya kurdîtîyê jî dûr disekinîn, çima ku ew wekî nasnameyeke cihê di qadê resmî da nedihate qewûlkirin û bêqimet dihate dîtin. Nimûne, wan li ber xwe didan ku li derva, li derên resmî bi kurmancî deng nekin. Henan jî, wexta ku dayikên wan dihatin ser wan, bi wan ra bi rehetî û dilxwazî nediçûn çarşî û bazaran. Çima ku wan xeftan li xwe dikirin: Zewûn, çux, salte, berbank, şar û kitan, kincên wan yên rengin, bi neqş, çîn û çirtik nasnameya kurdîtîyê didan dest.

    Ji hêla nasnameya dînî da tu serêşî tune wû. Çinkî ew jî wekî tirkên wê cîwarê musluman û li ser mezhebê henefîtîyê bûn.

    Di veşartina nasnameya kurdîtîyê da hen kes jêhatî û bi tale wûn. Mesela yên ku bi tirkîyeke rind û bê aksan deng dikirin. Yên weng, ku bi ser da can û çêrmê wan tenekî gewr û yan zer wû, kurdîtîya xwe nedidan der.

    Lê veşartina nasnameya kurdîtîyê her dem û ji bo her kesî ne mumkun wû. Nimûne yên mîna mine esmer, poz kertel, qirik kurmanc û tirkîyeke bi aksan deng dikirî bi şîya nedikirin ku xwe veşêrin. Ku ne bi dilê wan biwa jî ew wekî kurmanc dihatin nasîn û daxkirin. Ji ber vê, pir kesan li mektewê dizanîn ku ez kurmanc im û carnan bi bernavê ″kürt″ (kurd) bange min dikirin. Ji avûrûyê qirika min da kurdîtîya min tavile dihate kevşkirin. Lewma carna ez mecbur dimam ku li kurdîtîya xwe xwedî derkevim û barê wê li xwe nim.

    Veşartina Nasnameya kurdî ji qimetnedayîna wê tê. Ji înkarkirina ziman, tarîx û kultura kurdan tê. Nasnameyên veşartî nasnameyên nenas in. Xwedîyên wan jî pir caran jî hay ji wan neye. Wê wextê, ne min ne jî hemsalîyên min, me li ser nasnameya kurdî û bendkirina wê û çerxa asîmîlesyonê tu tişt nedizanî. Me hay jê xênetîyên ku li kurmancan hatine kirin tune wû. Em qet bi ber da nediçûn ku nasnameya xwandekarîyê û sistema perwerdeya Tirkîyeyê me çing ro bi ro ji kurditîyê bi dûr dixe. Nasnameya kurdî sed sal e bendkirî ye û tê êşandin. Dilê her kurmancekî pir û hendik bi vê êşê daxkirî ye. Ev dilêşandineke weqas giran e ku her dem bûye û dibe sebeba hing û şerên aşkere û bi dizî.

    Rojekê xwandekarên di sinifa min da li cîyê xwe rûniştîbûn û benda dersdarê dipan. Min jî li ser textê reş, çi wû nayê bîra min, tiştek dinivîsand. Serdarê sinifa me yê ku bi du û sê bihostan ji min dirêjtir wû, bi tirkî, lê bi dengekî bilind ez azar kirim û got, ″li cîyê xwe rûne, kurd çi dizane binivîse!″ Bi van gotinên wî yên bi heqeret ez pir êşîyam, pê heta dêv hatim. Min xwe zept nekir û ez mîna brûskê berizîm wî. Ez helfirîm û min bi misteke pît li ser pozê wî xist. Cîlê xwîn bi ser ket û wî ber xwe nedît. Heval ketin navbera me û em ji hev bidûr xistin. Di wê navberê da dersdar kete hundir. Xwîna li herdê bi ber çavên wî ket. Pirsî û got, ″çir bû, çi qewîmî?″ Çend xwandekaran bersiv dan û gotin, ″du hevalan bi yarenî bi hev girtin, pozê serdarê sinifê xwîn bû!″ Bi vî awayî rê lê kirin û ser rastîya meseleyê nixmandin.

    Çend roj ketin navberê, min û serdarê sinifê li ser vê hinga me deng kir û em li hev hatin. Wî qebehata xwe qebul kir û bexşandina xwe xwazt, min jî gilîyê poşmanîya ji reaksîyona xwe kire ber.

    Mainz, Elmanya 14.02.2010

    Çavkanî : Bîrnebûn, hêjmara 45an

    * Bi Zaravî Xelika:Li gundî Xelika (Karacadag-Qulu- Qonîya) bi devokê ra tewên zirava.
    Ev nivîsa bi zaravî  kurmancîya Xelika yê dengkirinê hatiye nivîsandin



     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur