• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi






  •    

     


    Gawîr - Georg - Gewol
    Nuh Ateş

    Gawir şoreke pir xeraw e û ji kesên ne musliman ra tê gotin. Va şora berê li gundên
    kurmanc yên li Anatolîyê pir dihate ser zimanê merivan. Ew pir cara ji devî jinan derdiket. Halbuku pirê wan di heyata xwe da qet gawir nedîtîbûn. Çi xu û xususîyetên neçê hebûn giştik li gawiran mahr dikirin: Derewkarî, sextekarî, durûtî, hilebazî, bênemûsitî... Li ba wan şûna gawiran li dunya wî alî tim cehenem bû.

    Berê wexta ku yekî kar yan gotineke xeraw û gunekar dikir ê bigotana ″wer meke, tê gawir bibî! ″Wextê ku qala yekî bê wîjdan dihata kirin ê bigotana ″wîjdana gawira bi ra ye!″ Şora gawir ketibû nav sondxwarinê jî. Kebanîya malê, gava ku xwast mîvanê wê bimê yan jî şîvê bixwe a bigota ″tu gawirkiribi tu bimêyîî″ yan ″tu gawirkiribî tu bixwî!″

    Nêzika pênce salî di ber vê bû, mêr û jineke alman li gundê Xelika (Karacadag –Kulu-Konya) bûne mîvanê Beremê Qizê yê rehmetî. Bêrem hînge li Almanyayê bû. Xebera hatina gawira li nav gund mîna bruskê belav bû. Li ber mala bavê Bêrem, Hesenê Fate Qirê, yê rehmetî bû hevlîyeke mezin. Ez jî hingê li gund bûm û çûme sêra gawiran. Odeya ku jin û mêrê alman lê rûniştibûn heta ber dêrî tijî mêr bûn. Odeyeke din jî tijî jin bûn û ber malê jî keç û xort kombûbûn û baz didan ser hev ku di pencerê ra li gawiran mêz kin. Te bigota du kesê ji dunyeke din hatine. Carna derîyê odê vedibû û jinên li mabeynîyê serê xwe di dêri ra dırêj dikirin û bi çavên belkirî li mîvanên xerîb mêz dikirin ka ew hene çing in. Jinekê wexta ku jin û mêrê alman ditin got ″ weyyy....! Lêlê, lê ew jî mîna me ne, bi dest û ling û dev û çav in!″

    Lê niha pirê kurmancên Anatolîyayê di saye çûyîna welatên Ewrupayê da gawiran bi çavê xwe dibînin û pê ra didin û distînin. Bi vê rê îmkan ji wan ra peyda bûye ku xwe û gawiran rûberî hev bikin. Ji ber vê jî resmê gawiran êdin di çavên wan da mîna berê pir ne xereb e. Mezîyet, kar û kirinên gawiran yên pozîtîv tên dîtin û pesandin.
    Lê dîsa jî ew bitûn dêv ji şora gawir bernadin. Ew li welatên Ewrupayê jî tê ser zimanê wan. Wexta ku kesek li gorê erf û edetên civatê yên kevn hereket neke û bixwaze bi serî xwe û awayekî modern biji jê ra dibên ″va yî bûye gawir!″ yan jî ″va yî bûye alman!″

    Çin û çortanê felekê ne yan jî bi gotina kesên dinperest xwede yî bikê, yên ku ji gawiran heznedikirin û heznakin, ro hat mihtaca gawiran bûn. Ji kurmancên Anatolîyê jî hejmareke mezin di nav çel-pencê salên rabirtî da barkirin welatên gawiran. Ew ê debara xwe bi şixula li ba gawiran dikine. Gund hene ji sê yan du merîvan yekî xwe yî li welatekî gawira ye. Ku rê vekin yên mayî jî xwe bavên ber lingên gawiran. Heta mer hene sewa ku herin welatekî gawir bi jinên gawir va carna bi derewnî dizewicin. Yên ku bi dilê xwe bi jinên gawiran va dizewicin jî hene lê pir kêm in.

    Malbateke ji kurmancên Anatolîyê bi malbateke alman va bûne xizme hevdu. Lawikê malbata kurmanc bi keçika malbateke alman va zewicîne. Malbata lêwik li gundê xwe ye li nava Anatolîyê dimaye. Rokê wan xizmê xwe dawete gundê xwe kirine. Kebanîya malê çi şîvê xwaş hebûne her ro yek ji mîvanê xwe ra kelandîye. Rokê şaş bûye ku çi bikelînê, lawê xwe gotiye ″daye huro jî gewolekê çêke!″ Wê jî bi gura lawê xwe kiriye û gewolek çêkiriye. Navê Xezûrê lêwik Georg bûye. Wî gewol kêm xwariye. Kewanîya malê gotiye ″Georg tu gawirkiribî gewolê bixwî!″

    Bi Zaravî Xelika:Li gundî Xelika (Karacadag-Qulu- Qonîya) bi devokê ra tewên zirava.
    Ev nivîsa bi zaravî  kurmancîya Xelika yê dengkirinê hatiye nivîsandin.


    08.11.2009

       
       
     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur