• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi






  •      

     


    Heşkêm
    Nuh Ateş

    Giregirên Tirkîyê perwerdeya kurdî qebul nakin û dibên bi wê Tirkîye ji hev da bikeve û parçe bibe. Ji ber vê jî perwerdeya yekzimanî yanê tene bi tîrki diparêzin û wê li ser her kesî ferz dikin. Li ba wan yên ku ketine pê deweya perwerdeya kurdî yan pirzimanî parçebûna Tirkîyê dixwazin.

    Wan rojan li Tirkîyê li ser dewaya kurd û çarelêkirina wê mineqeşe tê kirin. Lê êlîta Tirkîyê ya sîyasî huro ji perwerdaya kurdî yan duzimanî qebul nake. Xêyrî DTP partîyên din yên ku di perlementoyê da bi cî ne, AKP, CHP û MHP perwerdeya kurdî qebul nakin. AKP tenê ″dersa bijartî″ ji bo zimanên xêyrî tirkî ya li ser esasa dilxwazîyê dilkirî xuya dike.

    Serwezîrê Tirkîyê Erdogan sala çûyî di serdana xwe ya Swedê da gotibû “li Tirkîyê ji tirkî bêtir zimanekî din î resmî tune, nabe!″ Di eynê salê da, wî di hevdîtina xwe ya bi sazîyên sîvîl yên Amedê va gotibû, “li tu derên dunyayê perwerdaya makzimanî tune!”

    Min çend rojan di ber vê di gezetekê da xwand, serokê partîya mixelefeta mezin ya parlementoyê Tirkîyê, Denîz Baykal tê da kesên ku perwerdeya kurdî yan makzimanî dixwazin bi heşkêmîyê (″ehmak″) sucdar dikir.

    Ma parçebûna welatekî bi perwerdeya zimanên ji hev cihê çiqas rast e? Bi ya Baykal be, li rûyê dunyayê pir dewlet hene ku ji ber heşkêmîyê parçe dibin yan li ber parçebûnê ne.

    Destek nimûne:

    Li Kanadayê frensî û îngilizî du zimanên resmî hene yanê perwerde bi du zimana ye.

    Li Brîtanya Mezin îngilizî li her derê zimanê resmî ye, lê skoçî, gelêrî, walezî jî li herêman resmî ne û zimanê perwerdeyê ne jî.

    Li Îtalîyayê îtalî zimanê resmî ye, lê li herêman, nimûne li Tîrolê almanî û ladînî jî resmî ne.

    Li Îswîçreyê almanî, frensî, îtalî û retoromanî çar zimanên resmî hene.

    Li Belçîkayê flemanî, walonî û almanî sê zimanê resmî hene.

    Li Espanyayê espanî li bitûnî Espanyayê zimanê resmî ye û baskî, katalanî û galîçî li herêman resmî ne.

    Li Afrîkaya Başûr 11 zimanên resmî tên bikaranîn.

    Li Hindîstanê hindî, ênglizî û 17 zimanên herêmî resmî ne.

    Li İraqê, erebî û kurdî her du jî zimanên resmî ne.

    Li Fînlandîyayê li hêla fînî swedî jî zimanê resmî ye.

    Li Kosovayê, albanî û sirbî du zimanên resmî hene.

    Li Awisturyayê almanî zimanê resmî ye, lê li herêman krowatî û slowenî jî wekî zimanên resmî û perwerdeyî tên qebûlkirin.

    Ma niha wan dewletan gîştkan xwe şaş kirine û berê xwe dane rêya parçebûnê? Kî heşkêm e, êlîtên wan dewletan yan elîta sîyasî ya Tirkîyê?

    Ku tu mêla xwe didî rastîyên wan dewletên dunyayê ya pirzimanî û guh didî ser gilî û gotinên êlîta Tirkîyê, tê bibêjî êpîdêmîya heşkêmîya sîyasî li yên Tirkîyê pêyda bûye. Ma li wir zîyana vê êpîdêmîyê ne di ser êpîdêmîyên din gîştan ra ye?

    Çare yan derman çi ye? Yan jî Tirkîye kîngê parçe bibe?

    Çend hefteyan berî vê, serdarê TTB (Yekîtîya Hêkîmên Tirk) Gencay Gürsoy di roportajeke xwe da got ″ku perwerdeya kurdî nebe Tirkîye parçe bibe!″

    15.11.2009


     
         
       
     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur