|
Îzbend
Nuh Ateş
Kokê gotina îzbend ehtimalek e ku ″hêzbend″ be û ji du şora, ″hêz″ û ″bend″ê peyda bûye. Yanê hêza bendkirî. Her gotinekê serpêhatiyeke xwe heye. Ji gumanê ne dûr e ku ″hêzbend″ di çerxa zemên da hatiye guhêrtin û berê bûye ″hîzbend″ û paşê ″h″ jê da ketiye bûye îzbend.
Di ferhenga kurdî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da ew bi awayê ″îzband″ hatiye binavkirin û meneya lawaz ( bi tirkî:arik) lê hatiye barkirin.
Di kumancîya Anatolîyê da li hen deran awaya îzbend tê bikaranîn û meneya xwe jî jar e. Pir cara ji jarên di nav kerîyek pez da dibên, ″îzbend″. Kurdên Anatolîyê ji gotina îzbend lêkerekî hevdudanî çêkirine. Ji vedana berx yan kavirên jar ji yên çê ra dibên, ″îzbend kirin″.

Tarixzanê Yonan Herodot dibê, ″ji hêla avadanî û bi pir kerîbûnê di ser Frîgya ra welatekî nas nakim!″ Welatê Frigya nava Anatolîya bû. Bi hezaran sal ji Frîgîyan şûn da li nava Anatolîyê bi sedan salan kerîyên Kurdên Anatolîyê jî diçêrîn. Her gundekî kurd li wê derê neh û deh kerîyên xwe yên pêz hebûn, kerîyên pezên bişîr û nêr. Bazara pezfiroştinê ya bajarên Anqere û Stembolê ji kerîyên Kurdên Anatolîyê bi gihan bû. Lê huro li ba Kurdên Anatolîyê pez nemaye û kevnemîrasa bavûkalan ya pezxwedîkirine miriye.
Tê bîra min, wexta ku tucarek dihat gundan û dixwazt birek pez, berx yan kavir bîstine, wi berê ew îzbend dikir. Yanê yên jar jê kêrî vedidan û li ser yên mayî bazarî dikir. Qala yekî dikirin û digotin, gava ku tucarek dihatiye û pezê wî bîstine, wî bixwe berê bi dizîkî pezê xwe îzbend dikiriye. Yên pir çê ji kerî vedidane û vedişartiye. Digotiye, ″ku yên pir çê di nav kerî da nebûn, hîngê yên jar zêde bi ber çavên tucêr nakevin û ew ê kêm îzbend bike″. Wî yên çê ji yên din cihê û bi bihakî giran difroştiye.
Îzbend kirin ji bo tiştên din û ji bo însanan jî tê bikaranîn.
Li gundê Xelikan (Karacadag-Kulu) qala serpêhatîyekê weng tê kirin:
Rokê cîran û heval hatine mîvandarîya Hesê Hecê. Hesê xurme îkrame mîvanên xwe kiriye û xwaztiye ku pê devê wan şêrîn bike. Xurmê di turikekî cawînî da bûne. Hesê turikê xurmeyan li ber mivanan gerandiye û her yekî yek jê helnaye. Dor hatiye Behremê Hesen. Wî dest li nav turikê xurmeyan gerandiye û dest lê gerandina wî dirêj ajotiye. Hesê gotiye, ″Behrem çir bû, ya ku helnî xurmek bû, çima te veqas dirêj kir!? ″Li wê navberê Ûsikê Qerê şor helnaye û gotiye, ″Heso tû dizanî ku Behrem çima ma derengîyê, ew î xurman îzbend dike!″
Çerxa sîstema civatî ji însanan îzbend dike. Li hêlekê serdar û sermîyandar li hêla din karker, xizan, pala, şivan û gavan. Îdolojî û sîstemên ku lı ser binyada kast, nijad, milet û ezperestîyê bi rê diherin, ji ber cihêtîyên etnîkî, mîlî, dînî, kulturî û sosyal merivan îzbend dikin. Ma Kurd, Ermenî, Yonan, Roman, Êzdî, Elewî, Yehudî, Xiristîyan, Gewende li her derên Tirkîyê ne îzbend in? Ma ew ji avûrûyên xwaztek û xususîyetên xwe yên cihê da nayên êşandin û gunekarkirin?
Koçber jî îzbendên welatên Ewrupayê ne. Ew ê li Ewrupa wekî îzbend tên dîtin, lê li welat yan gund û bajerê xwe bi qedr û qimet in. Li derên din çing e nizanim, Kurdên Anatolîyê yên li Ewrupayê, wexta ku li tetîla havînê tên gundê xwe ji koçberîtîyê derdikevin û qalikê îzbendîtîyê ji ser xwe diavên. Hen ji wan, di bin da tomefîlên merqegiran û bi danana xanîyên mezin û giranbiha xwe wekî axa û begên gund yên berê dibînin. Xagîya dikin û heta bi çavekî piçûk li hemîzbendên xwe yên berê mêz dikin.
Min bi guhê xwe bîhîst, yekî ji Xelika li Elmanyê di sohbetekê da got, ″di sayê Ewrupayê da, îzbendên me gî bûn meriv, bûn zêr!″
Yên serdest îzbendan di jêr xwe ra dibînin û qedr, qimet, heq û huqukên xwe rewayî wan nabînin. Li gundên Kurdên Anatolîyê jî meriv dibe şahîdê vê rastîyê.
Li wir jî, nimûne Gewende û Mihecîr piçûk tên dîtin. Ji mineqeşeyên di malpera Zincirlikuyu da meriv tê digihê ku Gewende 50 salî di ber vê ji Gundê Omê (Zincirlikuyu-Kulu) hatine qewitandin. Omerîyan jî du salan di ber vê Mihecîrên xwe yên Merdînî bi zorê ji Omeran (Tavşançalı-Kulu) biderxistin.
Li wan salên paşîyê Gewende di saye hunera xwe ya muzîkê da tenekî bi qimet bûne û qezenca wan ji dohl, dawet û şahîyan ne xerab e. Nasekê qal kiribû, xizanekî li dohlekê gotiye, ″xwaz bi Gewendan, rind pera qezenc dikine, xwazika ez jî Gewende bûma!″
Malpera Zîncirlîkuyu kampanya îmzê vekiriye û pê ji Gewendan baxşandin tê xwaztin. Hewldaneke di cîh da ye û layîqî pesandin û pirozkirinê ye. Payîza îsal li dohlekê ez raste berpirsyarê malpera ″Kurdên Kirşehîrê″, Mile Kara hatim. Di sohbeta me da dor hate ser kampanya malpera Zincilikuyu ya li ser Gewendan. Mile got ″xwazka navê, ‘Gewende jî însan in, em gî Gewende ne’ li kampanyê kirina!″
Bi Zaravî Xelika:Li gundî Xelika (Karacadag-Qulu- Qonîya) bi devokê ra tewên zirava.
Ev nivîsa bi zaravî kurmancîya Xelika yê dengkirinê hatiye nivîsandin
28.11.2009
|
|