Bi Kurmancî Navên cîh û waran
nuh ateş
Li Tirkîyê bi minesebeta ″Vebûna Kurd″ navên kurdî yên gund, bajar û bajarokan jî ketin rojevê.
Endam û heweskarên pelikê înternetê, ″zincirlîkuyu net″ê jî li ser vê mijarê ketine nav mineqeşe û
dan û standinan. Hewldaneke bi kêr e. Lê disa jî dixwazim mineteke xwe bikim. Di vê mineqeşeyê da qasî ku ez tê gihêştime qala navên bi kurdî kêm e. 
Gerek e ku dezgeh, sazî û şexsîyêtên Kurdên Anatolîyê yên din jî bikevin nav mineqeşe û lêgerînên han û li ser navlêkirîna cîh û waran bi kurdî nezer û pêşnîyarên xwe aşkere bikin.
Merem ew e ku heqê xumalîyan hebe ku serbest li hêla navên tirkî yên kurdî jî bi resmî li gund û bajarên xwe û mehele, cade û meydanên wan nin. Bi ya min baştir e û li gora realîteya vê demê ye ku navên cîh û warên kurdan bi tirkî û kurdî yanê duzimanî bin.
Her çiqas alîyekî mijarê yê yasayî hebe û li dawîyê navlêkirina bi kurdî heq û wazîfeya serdar û meclîsên gund û bajara be jî, xumalî jî dikanin teve vî karî bibin û pêşnîyaran bikin.
Ma meriv li ser çi binyadê navên kurdî ji bo gund, bajar, mehele, meydan û cade bibjêre?
Bi fikra min gerek e ku meriv xwe di lêgerin û bijartina navên kurdi da li xusisîyetên han bigre:
1 Navên kurdî yên kevn û ji bavûkalan da mayî
2 Navên hoz (eşîr), qebîlê û malbatan
2 Navên şexsîyêtên bi nav û deng yên wê derê û yên temamê kurdan
3 Navên ku merem û mirazên civatê tînin ziman.
Sewa vekirin û zelalkirina esasên li jor dixwazim navên kurdî û tirkî bi çend nimûneyên li ser Xelikan* binim ber çavan.
|