• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi






  •    

     


    Kostek
    Nuh Ateş

    Li gorê hen zaneyan dînê kurmanca yê di ber muslimanîyê zerdeştî wûye. Şaîrê kurmanc Cigerxwîn di kîteba xe ya bi navê “Tarîxa Kurdistan” da tewê, li gorê hen tarîxzanên cîhanê kurmancên êzdî bermayîyên zerdeştîyan e.

    Di eynê kîtabê da Cigerxwîn qala kostekê dike û wer tewê:

    “Kostî yan kostek beneke nav bi qul e. Du caran li pêş û du caran li paş girê didin û li ser xirqê pîra girêdidin.
    Ev kostek ben û xirqe, ji rewşa kevnarê Îran bû. Çawa Zardeşt hat di ola xwe de pîroz kir û hetta niha jî kurdên êzdî li ser xirqê yê pîroz girêdidin.” (Cigerxwîn, Tarîxa Kurdistan, rûpel 26)


    Kostek ben e. Benê navê, benê duxinê sembola nefsgemkirina li ber xeramîyê ye jî. Benî navê yan duxinê li ber heramîyê venekirin şert û şireteke dînî ye û di dinê islamê da jî navgiran e.

    Kostek huro jî di kurmancîya Xelika da derbas tewe, nimûne “kosteka seetê”. Di kilameke li ser Hecîyê Buxircî da jî kostek derbas tewe. Hecîyê Buxircî (ji Omera ye) eşkqîya wû û 80-90 salî di ber vê bi eşqîyakî din, Xeloyê Deli Pepê (ji Boxazqayê ye) va hatiye dardakirin.

    Çend rêz ji kilameke li ser Hecîyê Buxircî weng in:

    Hecî efendî miro ku we çing bihîsto
    Ha qurbana kosteka seetê le pîsto
    Cinganeki gemarî bi çar pera
    Le ser qefesa gewr rûnişto

    Ha bû ha bû Hecî efendî ha bû
    Kêndira Mistefayî Kêmêl li dar babû
    Axtê ku Hecî efendî vi dar xistin
    Perçema reş le henîya gewr ta bi ta bû
    (Ji devî Fata Îsmê a rehmetî (ji Xelika ye)

    Zemanekî li Xelika zevi bi hespan diçînîn û xerman bi hespan heydinan û dîtinan. Barê sewê ku hesp tavli bibin ew li kortê bergîra li ber çêm diçêrandin.Tê bîra min, carna li çemî hefşî Hecê yê ku çêrê li dorê rind dirûzt, herdê bi çêrê kirê dikirin û hesp lê diçêrandin. Hingê hespên nêr kostek dikirin, nigekî peşî bi nigekî paşî va çeperast bi benekî (kostek) girê didan. Sewa çi hespên nêr kostek dikirin? Sewê ku ew baznedin ser mehinan, tavli bimên û jar nekevin.

    Niha tune, berê edetek hewû, jê ra digotin “kostek qetandin!” Axtê ku kurik (zarok) ji çarpê gerîne derbase bi pê gerînê tewû, kostek diqetandin.

    Kurik berê bi çarpê digere. Bi çarpê gerînê dest û pîyên wî pît tewin. Bi çarpê gerîna kurika bi zehmet e, tê beyî ew î kostek kirine. Paşê ew li ber xe tede ku rawe ser pîyan û bi pê bigere. Kîngê ku wî bi şa kir bi pê bigere, hîngê kostekê diqetînin. Bi pê gerînê va ji bo wî dem û dewraneke nû destpê dike. Pesrpektîva mêzkirina wî tê guhêrîn. Ew prosesa bi kostek qetandinê tê taçkirin. Yanê kostek qetandin sembola xelasbûna ji zehmetîya ye ji bo kurikan.

    Qeyda û seremonîya kostek qetandinê weng wû:

    Royê kostek qetandinê li ber malê zarok şênayî çê tewû. Dê û dutê malê, kurikên mehlê li wir kom tewûn. Li pêş xanîyê malbatê zarok bi rûşkandin tedan û bi benekî her dû pêçîyên nigan ên girkê bi hev va girê didan. Kurikên li wir kombûyî yên 6-7 salî diwûn du bira. Bi şîmardayînê her du bir her yek bi alîyekî da di dor xênî ra bi bez çex tewûn û bi şû va dihatin ba zarokê niggirêdayî. Ku ki zû hat û kostek vekir udek tedana wî. Xudanê malê şekir û fistiq, mûj û mişqûl li kurikan belav dikir.

    www.karacadag.de


       
       
     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur