MECBÛR KİRİN
Nuh Ateş
Ku hekatek hate katkirin ê hena bi ser din, carna ji xilafîyê tevê kin. Huner e va, wekî di tu tame hekatê û katkirinê namê.
Belkî nêzka sedsali di ber vê, li Xelika peyîzekê wexta cut wûye. Hecî çûye mala cîranê xe, Mehê:
- Meho ez î bi tenê me, xêra xe ma Heskoyî lawe te bi mi ra huro here cut, alkarîya mi bike.

- Peee, Hecî ne ez ê Hesko bi qurbane te kim, lê tirsa le mın ku ew ê tê bêşîne, ê te zinaqî bike û tê lêxî, pê neçe biwî.
- Avha, te dî, ez çima li Hesko dixime, Heskoyî ku ware alkarîya mi bike! Walla ez çirtê xe jî pê nakim.
- Erê erê, ez jî dizanim, tu naxazî ku lêxî, destî te narê, lê ew ê te mecbûr bike! Ji mi da gotin, xêr û gunî ji min da çû.
Hesko bi înad û ekisîya xe meşhûr wûye.
Li dawîye Hesko bi Hecî ra çûye cut. Hîngê bi ga cut dajtine.
Hecî bi Hesko va bi cute ga va tevhev dane rê çûne axzê hevşîyê Gencê. Axtê ku gêştinê wira, ro bejna meriyeki bilind bûye. Hîn dest bi cut ne kirine, ketine nav mineqeşê:
- Hesko, kurê mın, em ga berdin ma gavkê biçêrin, em ji heta hîngê vêsnîyê xe heynin, paşê em ê cut bajon.
- Ez çima kurê te me!... Hîn me tu kar ne kiriye, ma ga biçêrin, em jî vêsên! Na em ê cut bajon, paşê ..
- Hesko, mi bi xerawî ne got. Kurê min, devê şorê ye, ez î huro li şûna bavê te me.
- Tu çima li şûna bavê min î, şorê devî xe bizane, ez ne kurê te me! Tu kî yî, ez ê di ..
Ez dirêj ne kim, wê royê heta ber êvarê ku Hecî gotiyê çi, Hesko zidî wî çûye. Hecî heta dev hatiye, xe zept ne kiriye, yek-dudukê pê Hesko va dane. Hesko cut cihîştîye, ketiye rê dev dayê mal.
Evarê dereng Hecî di ber mala Mehê ra derbas bîye. Serî di ber da silav dayê Mehê. Mehê silava wî heynaye û gotiye, “Hecî hecî, mi ne go ê te mecbûr bike!”
Bûyerên ku li Tirkîyê ta ji seri da diqewimin û niha jî gêştine qonaxeke lihevketî va hekata anine bîra min.
Kurmancê tewêne em hene, xelikekî bi serî xene, serbesti û serxebûn heqê me ye jî, vê qebul bikin!
Tewên na, hun tunin, ne tu tişt in, tenê miletek heye, ew ji milete tirk e!
Kurmanc tewên, zimanê me jî bi qedr be, li dibistan, meclîs, dîwan û mehkeman bi hukim be!
Tewên na, ziman yek e û tirkî ye, resmî bûn tenê heqê tirkî ye!
Kurmanc tewên, em naxazin ji Tirkîyê veqetin, lê gerek e ku di çarçiwaya sîstemeka federalî da meclis û hukumeta kurmanca hewe!
Tewên na, va xasteka cêbûnê ye, parçekirina yekparetîya Tirkîyê ye, em qet rê
nadin vê!
Hasili ji her tiştê heq û maqul ra tewên na. Bi vê Înada înkarkirin û heqnedanê, hay jê nen ku ew ê meriya mecburî şer û dijminîyê dikine.
Ku weng çû, guman heye ku ew ê kurmanca mecbûrî cêbûnê û dewletbûne jî bikin!
www.karacadag.de