






|
KOPELÊ BEKİR
Faik Balcı
Neskê Heştê salî ber we li gûndî me Mixter Bekê Ose biyê.
Em gî Bekê Ose meriyekê dilpak û saf dizaninî.
Wê demê gûnd giredayêyê Heymanê biye. Wa yê rokê tere vira. Li Beledîyê karekê xwe heye. Seroke Beledîyê pirs dikê û derdikewe meqamê wi û dikewê hûndir. Xwastinê xwe vi serok ra diwe û çavdike kû serok bersiv bide.
Serokê Beledîyê diwe:
- Temam ! Ez e wê xwastinê te unime şûne. Ji ber ve ez î ji te tiştekî bixwazime. 
Ose diwe:
-De keremke. Çi ye ew xwastina?
-Te niha çex bî herî gûndî xwe. Kopelê Bekir bîwûnî û ûni vira.
Ose tewê:
-Ew çiye? Tişteki pir kole ye. Min li wir çavka û mera tu derna. Ez î so bi Kopelê Bekir va dîsa li vir im.
Osî dikewe rê. Nawbara gûnd û Heymanê vê demê bi peya û kere çar seat digire. Nizam çend seate bi şûnda neska gûnd diwe. Li ser rê yekî ji gûndi Altilara diwüne û silave tidine hewudû. Ji hoş – beşê bi şûn da î Altilara pirs dike.
-Ose , Tû ji kû teyî?
-Ji Heymanê .
-Ci qewî ? Ma tiştekî nerind newe.?
-Na! Karekê min li Beledîyê hewû. Serok kir ku ûne şûne , ji ber we ji min tiştek xwast.
-Ji te çi xwast?
-Go, çex be here gund û ji min ra Kopelê Bekir heyna ûne vira.
-Le te gote çi ?
-Min ji got: Erê. Eze niha herim ûnim.
-Lo Mago, nehate heşê te. Kopelê Bekir qe tu yî.
|
|