• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi







  • XALÊ EHMED
    Hurşit Aktan


    Rokê Xalê  Mahmed ji gundeki Qonyayê  tere Enqerê. Li meydana etfayê  ji xwe ra  digere.


    Mêrikek  ber ve wî tê  û dibê:


    -  Xalê Ehmed cir dikî rind î ?


    Xalê Mahmed lê mês dike û dibê:


    - Ez ne Ehmed im, navê in
    Mehmed e.


    Vê carê mêrik careke din dibê:


    - Bi xudê tu Xalê Ehmed î. Ez hatim mala te, li mala te raketim, te nanê xwe da min. Te ji bîr kir Xalê Ehmed ?


    Xalê Mehmed cir  dike  nake mêrik ji yaqa wî nabe.

    Ser da mêrik dibê:

    - Xalê Ehmed min nanê te xwar. Min ew rindîya te ji bîr nekir. Ez dixwazim tu ji naneke min buxî.


    Mêrik di destê Xalê Mehmed ra digre û dibe li loqantayekê rûdinin.


    - Xale Ehmed îro tu nîvanê min î. Dilê te ci dixwaze wê buxwe !

    Bane garson dikin û nanê xwe dibên. Nanê wan tê û zikê xwe têr dikin.

    Ku zikê xwe têr dikin suva, mêrik dibê:


    - Xalê Ehmed tu rune ez herim destê xwe bisom, ezê werim.


    Xalê Mehmed  ê qeregûn dipê saetekê kes nayê. Dipe du saeta kes tune, bane garson dike û dibê:


    - O
    ğlum ne oldu bizim adam yok nerde kaldi ?

    Garson :

    - Amca o adam gitti ve hesabi amca ödeyecek dedi.


    Ser wê ra xalê Mehmed di ber xwe da dibê:


    Qey min pê ra got ez ne xalê Ehmed im, Wî ez bi zorê kirim Ehmed.


     





     

     

     
       
     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur